Pirtûka Tarîxa Edebiyat Kurdî, nivîsa Prof. Dr.Qanatê Kurdoyê bi farisî hate wergerandin û çap bibû.

Dema serokê rojhilatzaniyê ya înstîtûta Lênîngirad û para wê ya Kurdzaniyê, rehmetî Qanatê Kurdo, berhevkirin û nivîsîna berhemek ji gulçîna gulistana helbestkarên kurdan dikir, her armancek wî hebû. Armaneca ku nêrînên çewt a kurdîaxivan rake. Herwusa kesên ku hê zimanê û çanda zengîn a Kurdî nas nekeribûn, pê bihesin. Helbestvan, şaîr, edebiyatnas, zanyarên kurdistanê heta wê demê, wusa û bi wî awayî nehatibûn naskirin. Berê jî gelek kurdnas ên mezin dil hebûn ku bikarin ziman û edebiyata kurdî bidin nasîn. Bo mînak li başûrê kurdistanê edebnasên kurd tenê bijarteyek ji nivîsar û destnivîsên helbestvan û nivîskarên bi nav û deng û hevçerxa xwe, ew jî bi zarava soranî û tîpa erebî nivîsîbûn. Ev têra kirin, pirsek li bal gelek ji keç û xorta, xwendekar û mamosteyên zimanê kurdî pêk anîbû ku qey helbestvanê kurmanc jî hebûne? Helbestvanî li nav cimaeta kurda ji kengî ve despê bûye? Helbet van pirsana berê li nav kurdên Xorasanê bi keda zanyarê kurd Kelîmulla Tewehudî çareser bûbûn. Wî dîwanek ji helbestvanê kurdê Xorasanê, Ceferqulî Zengelî, berhev kiribû û li ser jî bi farisî şirove kiribû.

Pirtûka Tarîxa Edebiyata kurdî ji şeş beşan pêk tên ku beşa yekem li bara dîroka lêgerîna edebiyata kurdî li nava kurdan û li Suvyetê ye. Beşa duyem li bara, rola kovar û rojnameyên kurdî di dîroka edebiyata Kurdî de. Beşa siyem li bara zanyariyên Şerefxanê Bedlîsî û Evliya Çelebî der heqa helbestkar û zanyarên Kurdan de. Beşa çarem der heqa lêgerîna dîroka edebiyata Kurdî li Îraqê. Beşa pêncan der barê helbestkarên Kurmanc û beşa şeşan di barê helbestkarên Soran, axiviye.

Prof.Dr. Qanatê Kurdo gulçînek ji gulistana edeba kurdî ji sedsala dehem yanê Elî Herîrî, heta sedsala bîstem a zayînî, heftî û heft helbestvan kurman û soran daye nasîn û şêwe û bijarteyek ji helbesta wan, pêşkşî xwendevanan kiriye. Ji bilî van, herçi stêrknas, mamoste, dîroknas, wergêr û nivîskar û şarezayê mijûya miletê kurda hebûn daye nasandinê. Helbestên soranî bo kurmancî hatine wergerandin daku yên kurmanc jî, ji şêwaz û hestyariya hevzimanên xwe bihesin.

Taybetiya pirtûka navlêberî, dîrokmijarî û baldan bo xîma civakî û çandî ye. Pirtûk dikare destpêka tevgera edebî ji bo kurdên Xorasanê be ku rêbaza xwe li gor edeba rasteqîn a kurdî bimeşînin.

Ev pirtûka ji aliyê birêz Ebas Ferhadî Topkankû va bi zimanê farsî hatiye wergerandin û wek berê weşanxana Emû Elewî, pêşenga weşîn û çapkirina pirtûkên kurdî li Îranê, bi serpereştiya birêz Yehya Elewî Ferd, bi tekoşîna bêhempa, hi ldan milê xwe.

Pirtûka Tarîxa Edebiyat Kurdî, nivîsa Prof. Dr.Qanatê Kurdoyê bi farisî hate wergerandin û çap bibû.