Mûsa Qulîkî Mîlan - Senar
Senar bi navê xwe yî rastîn Mûsa Qulîkî Mîlan newroza 1969an de li gundê Xeleca Kurdan a bi ser Makoyê ve hatiye cîhanê. Astên pêşîn ên perwerdehiyê li gundê xwe û bajarokê Şotê kuta kirine. Di sala 1995an de ji beşa ziman û wêjeya farsî (Zanîngeha Tewrêzê) bawernameya lîsansê wergirtiye û niha li Têranê dijî. Senarî ji bilî perwerdehiya li zanîngehê gelek sertîfîkayên têkildarî kar û barên xwe jî wergirtine.
Senar cara yekem weşaneke kurdî li pirtûkxaneya zanîngeha Tewrêzê dibîne û meşa wî ya ber bi wêjeya kurdî dest pê dike. Di sala 2000î de dîwana wî ya pêşîn bi navê “Ez Insan Im” li Urmiyê tê weşandin. Dîwana wî ya duyem jî bi navê “Mizgîn” ji nav weşanên Huseynî Esl a li Urmiyeyê de hatiye weşandin.
pirtûkên vî li WEŞANÊN EMÛ ELEWÎ
helbesteka kûr binavê Xewn ji Senar li dûmahîkê bixwînin
Dîsa jî ji xwe mezintir,
Min xewneka ecêb dîtye.
Xewneka kûr, gelekî kûr,
Angorî Geliyê Zîlan.[1]
Xewnek tijî, gelek tijî,
Angorî xewnên sed salan.
Xewnekbilind, gelek bilind,
Weke çiyayê Agirî
Kabûsa wê xewna giran,
+ نوشته شده در دوشنبه یکم مهر ۱۳۹۲ ساعت 19:45 توسط عمو
|